Kulmek ji Axê
ji bo Husên Hebeş
Berbang li Efrînê zû bişkivî
Şevê êdî nema xwe ragirt
Tarîtiya xwe rakir
da ku derkeve ronahiyê
lê ronahî tirsa wê ya herî xirab e
Napalmê ew şewitand bû
bêhna napalmê ji ba dihat
Toza Napalmê li ser çavên wê bû
û dîtina wê asteng kir bû
Her tişt bi pirranî ji wan re hat
pêşî roj, axa pîroz, zeviyên zeytûnan yên xurt
paşê şer, talan, wêranî
niha windabûn, mirina hêdî
û sifira bêgumanî ya jiyanê
Nobelîstên aştiyê gotinên xwe daqurtandin
Diranên wek derziyê li ser erdê bariyan
bêçare xwîn diherike…
Zarokekî riya malê winda kir
rê tune
mal tune
di çavên wî de mirin kûrtir bû
ji erdê kûrtir bû
Ew li ber malên wêrankirî rûniştiye
yên ku berê navê wan hebûn
nav û navnîşan
nav, navnîşan û jiyana di navbera wan de
Bi destên xwe dikole
dikole, kevir û tebloyên textî yên şikestî radike
ji nişkêve radiweste, be destekî digire
destê ku di nav axa kolandî de derketiye
xwe xwar dike û maç dike
devê wî tije ax dibe
jiyana wî tije ax dibe
Destê diya wî
kulmek axê bû.